Me di dîroka Îsraîliyan de dît ku di sala 70 PZ de, ew ji Welatê Sozdayî hatin derxistin da ku wekî sirgûn û biyanî li hemû miletên cîhanê bijîn. Nêzîkî 2000 salan ev der bû ku Îsraêlî lê dijiyan û ev der çawa dijiyan. Dema ku ew li van miletên cuda dijiyan, ew car caran rastî zordariyên mezin dihatin. Ev bi taybetî li Ewropaya Xiristiyan rast bû. Ji Spanyayê, li Ewropaya Rojava, bigire heya komkujiyan li Rûsyayê, Îsraêlî pir caran di rewşek nebaş de dijiyan. Gotinên Mûsa yên di Nifirê de hatine gotin, wekî ku hatine nivîsandin, hatin cih.
Tê di nav wan miletan de rihetiyê nebînî. Wê ji bo binê lingê te cihê bêhnvedanê tunebe. Wê Xudan li wir dilekî tirsonek, çavên bêhêvî û canekî çilmisî bide te
Dubarekirina Şerîetê 28:65
Xêza demê ya li jêr vê serdema 2000 salî nîşan dide ku dîroka Îsraêliyan ji dema Kitêba Pîroz ve dişopîne. Ev serdem bi xêzek sor a dirêj hatiye nîşandan.

Hûn dikarin bibînin ku Îsraêlî di dîroka xwe de du serdemên sirgûniyê derbas kirin. Lêbelê, serdemê duyemîn ê sirgûniyê ji serdemê yekem ê sirgûniyê pir dirêjtir bû.
Cihûyan nasnameya xwe ya çandî parast
Tiştê ku ji min re balkêş tê ew e ku Îsraîlî tu carî nebûne xwedî dereke navendî ku kokên çanda xwe lê vedin û digel ku ew tu carî zêde mezin nebûne jî (carinan ji ber mirina bi tomerî), wan tu carî nasnameya xwe ya çandî winda nekiriye di vê periyoda 2000 salî de. Ev yek pir balkêş e. Va ye lîsteya neteweyên di Tewratê de ku li Welatê Wehdkirî dijiyan di dema Nîşaneya 1 a Mûsa (AS) de.
Loma ez hatim ku wan ji destê Misriyan rizgar bikim. Ez hatim ku wan ji wî welatî derînim û bişînim welatê Kenanî, Hîtîtî, Amorî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan, wî welatê xweş û fireh ê ku şîr û hingiv jê diherike.
Derketin 3:8
Ji dema ku Pîrozî û Nalet hatine dayîn ve:
“Gava Xwedayê we Xudan we bibe wî welatê ku hûnê bikine milk û li pêş we gelek miletan biqewitîne –heft miletên ji we mezintir û hêzdartir in; Hîtîtî, Gîrgaşî, Amorî, Kenanî, Perîzzî, Hîwî û Yevûsiyan
Dubarekirina Şerîetê 7:1
Ma yek ji van gelan hîn jî heye û nasnameya xwe ya çandî û zimanî parastiye? Na, ew ji mêj ve çûne. Em tenê ji vê dîroka kevnar derbarê ‘Girgaşiyan’ de dizanin. Gava ku împaratoriyên bihêz ên Babîl, Faris, Yewnanî û dû re jî Romayê van miletan fetih kirin, wan zû ziman û nasnameya xwe winda kirin dema ku ew di nav van împaratoriyên mezin de hatin asêkirin. Ji ber ku ez li Kanadayê dijîm, ez dibînim ku koçber ji çar aliyên cîhanê tên vir. Piştî nifşa sêyemîn, çand û zimanê welatê koçberiyê ji mêj ve çûye.
Ez dema pir biçûk bûm ji Swêdê koçî Kanadayê kirim. Kurê min bi Swêdî nizane. Zarokên birayê min û xwişka min jî nizanin. Nasnameya swêdî ya bav û kalên min di nav çanda Kanadayî ya di nav hev de winda dibe. Ev yek ji bo hema hema hemû koçberan rast e, çi ji Çîn, Japonya, Kore, Îran, Amerîkaya Başûr, Afrîka an welatên Ewropayê bin – di nav sê nifşan de winda dibe.
Ji ber vê yekê ecêb e ku Îsraêlî, di nav dijminatiyeke wisa de, di nav sedsalan de neçar man ku ji vir û wir birevin, nifûsa wan a cîhanî qet ji 15 mîlyonî derbas nebû, nasnameya xwe – olî, çandî û zimanî – qet winda nekirin, her çend ev 2000 salan dom kir jî.
Qirkirina Nûjen a Cihûyan – Holokost
Paşê zulm û komkujiya li dijî Cihûyan gihîşt lûtkeya xwe. Hitler di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, bi rêya Almanyaya Nazî, hewl da ku hemû Cihûyên li Ewropayê dijîn ji holê rake. Û ew bi afirandina pergaleke mekanîkî ya jiholêrakirina wan di firneyên gazê de hema hema bi ser ket. Lêbelê, ew têk çû û mayîyek ji Cihûyan sax man.
Ji nû ve jidayikbûna Îsraîlê ya Modern
Û piştre di sala 1948’an de Cihûyan bi riya Neteweyên Yekbûyî, bûn xwediyê vejîna newaze ya dewleta Modern a Îsraîlê. Bi rastî ew tiştekî newaze bû. Çawa ku li jorê jî me got, piştî ew qas salan, li dinyayê hêj jî mirovên ku xwe wekî ‘Cihû’ pênase dikin hene. Jixwe ji bo ku ev gotinên ku Mûsa berî 3500 salî nivîsandibûn rast derkevin, diviya neteweyek hebûya da ku bikaribe wehdê bigire. Ji ber vê yekê ew wekî neteweyekê man digel ew qas salên li sirguniyê.
wê gavê wê Xwedayê we Xudan we vegerîne firehiya we ya berê, li ber we bikeve û ji nav hemû miletên ku hûn di nav wan de belav bûne, dîsa bide hev. Heke hûn heta binê ezmanan jî hatibin sirgûnkirin, wê Xwedayê we Xudan we ji wê derê bide hev û vegerîne.
Dubarekirina Şerîetê 30:3-4
A rast ev nîşaneyek bû Xweda Soza Xwe digire.
Her wiha gelekî balkêş bû ku ev dewlet di nav diranên dijberan de hate damezirandin. Piraniya neteweyên li wê herêmê li dijî Îsraîlê şer îlan kir di sala 1948… 1956 … 1967 û di sala 1973’yan de. Îsraîl, neteweyeke gelekî biçûk, hin caran bi pênc neteweyan re di heman demê de şer kir. Lê ne ku bi tenê ew li jiyanê man, her wiha wan axa xwe jî fireh kir. Di şerê sala 1967’an e Cihûyan Orşelîm, paytexta xwe ya dîrokî ya ku ji aliyê Dawid ve hatibû avakirin, bi dest xist.
Xwedê çima destûr da vejîna Îsraîlê?
Heta roja îro, ev hemû pêşketinên nûjen pir nakok in. Hema bêje ti bûyereke din a nûjen ewqas nakok dernaxe holê wekî ji nû ve zayîna Îsraîlê û vegera Îsraêliyan – ku niha hema hema rojane diqewime – ji van miletên li çaraliyê cîhanê ku ew bi hezaran salan di sirgûnê de jiyane. Û dibe ku dema hûn vê yekê dixwînin hûn bi xwe jî tijî hêrs bibin. Bê guman ne ew e ku Cihûyên îro olperest in – piraniya wan ji ber tiştê ku bi qirkirina hema hema serketî ya Hitler qewimî, pir laîk an ateîst in. Û ne ew e ku ew hewce ne ku rast bin. Lê rastiya berbiçav ev e ku tiştê ku Mûsa di dawiya Nifiran de nivîsandiye li ber çavên me qewimî ye û hîn jî diqewime.
Çima? Ev tê çi wateyê? Û ev çawa dikare bibe dema ku ew hîn jî Mesîh red dikin? Ev pirsên girîng in. Bersivên van hemû pirsan di Tewrat û Zebûrê de têne dîtin. Dibe ku hûn ji tiştê ku min nivîsandiye hêrs bibin, dibe ku hûn tal bin. Lê dibe ku em karibin darizandina dawî paşde bixin heya ku em hin ji tiştên ku pêxemberan li ser vê bûyera berbiçav nivîsandine fêm bikin. Wan ew ji bo berjewendiya me nivîsandine – ji ber ku ev hemû dê bibe sedema darizandinê – ji bo Cihûyan û yên mayî jî. Bila em bi kêmanî ji tiştên ku van pêxemberan nivîsandine agahdar bibin da ku em karibin biryarên xwe ji hemî nivîsan çêbikin. Em bi Zebûrê berdewam dikin da ku bipirsin çima Cihûyan Mesîh red kirin.